Trump îdia kir ku Îran êdî tu carî Tengava Hurmuzê nagire
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re li ser negirtina Tengava Hurmuzê li hev kiriye. Trump destnîşan kir ku ev lihevkirin ne girêdayî agirbesta li Libnanê ye.
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re li ser negirtina Tengava Hurmuzê li hev kiriye. Trump destnîşan kir ku ev lihevkirin ne girêdayî agirbesta li Libnanê ye.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump daxuyand ku bi Îranê re li ser mijara ku Tengava Hurmuzê careke din neyê girtin, gihîştine peymanekê.
Trump di daxuyaniyên xwe yên li ser platforma Truth Socialê de diyar kir ku Îran êdî tengavê wek çekekê li dijî cîhanê bikar nayne û got: Em li ser wê yekê li hev hatin ku ew ê Tengava Hurmuzê careke din tu carî negrin.
Di heman parvekirinan de Trump ev geşedan wekî rojeke mezin û bi heybet ji bo cîhanê bi nav kir. Li aliyê din Trump, berevajî angaştên Îranê, destnîşan kir ku ev peyman bi pêvajoya agirbesta li Libnanê re ne peywendîdar e. Piştî daxuyaniya ku digot Îran mayînên deryayî rakiriye an jî radike, Trump got: Ev peyman bi tu awayî bi Libnanê re ne girêdayî ye.
Trump her wisa ji bo Libnanê jî gotina Em ê Libnanê dîsa bikin welatekî mezin bikar anî.